Generalekî Amerîkî: Operesyona vegerandina Mûsilê ne nêzîk e

Serokê Istîxabata Leşkerî ya Amerîkayê dûr dibîne, ku di sala 2016an de operesyona vegerandina Mûsilê dest pê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Istîxabata Leşkerî ya Amerîkayê dûr dibîne, ku di sala 2016an de operesyona vegerandina Mûsilê dest pê bike.

Serokê Istîxabata Leşkerî ya Amerîkayê General Vincent Stewart, li pêş komîtek ji hêzên çekdar yên Amerîkayê li Encûmena Risipiyan, ragehand ku, operesyona rişgarkirina Mûsilê gelekî aloz e, herwiha bawer nake jî ku di îsal de dest pê bibe.

Berpirsên payebilind yên Iraqê di dema dawî yê de ragehandin ku, operesyona rizgarkirina Mûsilê dê îsal dest pê bike. Nexasim piştî ku Artêşa Iraqê bi piştevaniya firokeyên Heveymaniya Navewletî bajarê Rumadî ji DAIŞê rizgar kirin.

Di 10 Hezêzara 2014an de, bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hat kontrolkirin. Parêzgarê Mûsilê yê berê û Fermandeyê “Heşda Wetenî ya Sunî” li Iraqê Esîl Niucêfî destpêkirina şerê rizgarkirina Mûsilê ji çekdarên DAIŞê, 10 Adara bê derbas nake.