Rewşa perwerdê û diyardeya peymangehên taybet li Rojava

Nebûna ewlehî û pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî li ser rêbazên kurdî û erebî, piraniya şagirtan ji dibistanên fermî berê xwe didine korsên taybet, Tevî ku peymangehên taybet pereyên zêde jî ji şagirtan werdigre,. Pisporên perwerdê jî dibêjin ku rewşa perwerdê li rojavayê kurdistanê ber bi xerabûnê ve diçe.

K24-Qamişlo

Pir bûna pirsgirêkên dibistanên Hikûmetê û nakokiyên aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê li ser rêbazên Kurdî, bûn sedemên ku di van her sê salên dawî yê de, diyardeya perwerdeya xwendinê  di peymangehên taybet de li Rojavayê kurdistanê zêde bibe û piraniya şagirtan berê xwe bidin wan peymangehan, teybet şagirtên pola9 û12 e.

Derbarê perwerdeya di peymangehên taybet de şagirtek bi navê Arî Mela ji K24ê re wiha got:"Bi rastî dibistanên dewletê êdî guhdanê li me nake , ji aliyeke din ve nebûna  ewlehiyê û tirsa ku li deverê heye, ez nikarim herin wan dibistanan. Peymangehên taybet nêzîkî malê ne, mamoste guhdanê  bi hemû waneyên me dikin, lewma em berê xwe bidin wan peymangehan."
Şagirteke din bi navê Elî Ehmed derbarê pirsgirêkên perwerdê wiha ji K24ê re axifî: "Li dibistanên hikûmetê guhdan nemaye, mamoste jî kêm bûne, piraniya wan koçber bûne û em şagirtên pola navendîne, guhdaneke taybet ji mere dive, lewma li peymangehên taybet vê em guhdanê dibînin."
Kirîza Sûriyê bandoreke xerab li ser dibistan û mamosteyên hikûmetê kir, mûçeyên wan jî na gihe 100 dolarê Amerîkî, ew neçar dibin ku, waneyên taybet ji derveyî dibistanan didin,yan jî dibe ku rêya koçberiyê hilbijêrin.

Derbarê vê mijarê de mamoste Sîpan ji K24ê re wiha got: "Mûçeyê ku ez ji hikûmeta Sûriyê werdigrim têra min û malbata min nake, rêya koçberiyê jî zore, neçarim ku, karekî dî bikim, daku rewşa xwe ya abûrî baş bikim."
Nebûna ewlehî û pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî li ser rêbazên kurdî û erebî, piraniya şagirtan ji dibistanên fermî berê xwe didine korsên taybet, Tevî ku peymangehên  taybet pereyên zêde jî ji şagirtan werdigre,. Pisporên perwerdê jî  dibêjin ku rewşa perwerdê  li rojavayê kurdistanê ber bi xerabûnê ve diçe.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ee1b4d30-9085-4dfb-9ee5-d409eaac3230/amojgehen%20taybet.ism/manifest