Karwanekî din ê artêşa Iraqê gehişt Mexmûrê

Amadekariyên azadkirina Mûsilê berdewam in.

K24- Navenda Nûçeyan

Karwana duyem ji artêşa Iraqê gehişte eniya Mexmûrê, ji bo beşdariyê di operasyona azadkirina Mûsilê de bike.

Li gor agahiyên hatine bidest xistin, karwana ku îro gehiştiye ji firqeya 15an e û hejmara leşkerên wê hezar kes e, tev çekên xwe yên giran.

Di 11ê Sibatê de karwana yekem a artêşa Iraqê giştibû eniya Mexmûrê, wek yekemîn pêngav bo destpêkirina proseya azadkirina Mûsilê.

Mûsil di 9-10 Hezîrana 2014an de ket destê DAIŞê de, piştî ku hêzên artêşa Iraqê dev ji pêgeh û çekên xwe berdan û reviyan.

Li Mexmûrê jî, navenda hevahengiyê ya hevpeymaniya navdewletî, Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê heye, ku dê ji wê de serpereştiya azadkirina Mûsilê were kirin.