Bayik: Dê hesabê komkujiyên li Kurdistanê were pirsîn

Derbarê teqîna şevê din a Enqereyê de Cemîl Bayik got: "Ev êrîş kê kiriye em nizanin. Lê dibe ku bersivek be bo wan komkujiyên ku li Kurdistanê tên kirin."

K24 – Hewlêr

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, ragihand ku ji niha û şûn de wê gerîla li her derî aktîftir bin û dê hesabê komkujiyên li Kurdistanê bipirsin.

Derbarê teqîna şevê din a Enqereyê de jî ku li beramber otobûsên leşkeran hatibû kirin, Cemîl Bayik got: "Ev êrîş kê kiriye em nizanin. Lê dibe ku bersivek be bo wan komkujiyên ku li Kurdistanê tên kirin."

Derbarê rewşa navçeyê, teqîna şevê din a Enqerê û rewşa gerîlayan de Bayik ji ANFê re axifî. Bayik, tekez kir ku dê hesabê komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê kirine bê pirsîn û wiha axifî: "Di dema pêş de gerîla dê li çiyan, bajar û her derî aktîftir be."

Bayik, diyar kir ku hikûmeta AKPê şer daye destpê kirin û wiha pêde çû: "Bi pêşengiya AKPê eniyeke faşîst û neteweperest li dijî Kurdan hatiye pêkanîn. Kurd jî heta dawî dê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin. PKK naxwaze şer bibe nav Tirkiyê û got: "Lê ciwanên Kurd dê li her derî dijî komkujiyan çalakiyan bikin."

Derbarê teqîna şevê din a Enqereya paytexta Tirkiyê de jî Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik wiha axifî: "Ev êrîş kê kiriye em nizanin. Lê dibe ku bersivek be bo wan komkujiyên ku li Kurdistanê tên kirin."