Di teqîna Diyarbekirê de 6 leşker mirin, yek jî birîndar e

Li Diyarbekirê vê sibê dema otomobîla leşkerî derbas dibû teqînek çêbû û di encam de 6 leşkeran canê xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê vê sibê dema otomobîla leşkerî derbas dibû teqînek çêbû û di encam de 6 leşkeran canê xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.

Vê sibê li ser rêya Çewlik-Diyarbekirê nêzîkê Baregeha Mermer a Cendermeyan, dema otomobîla leşkerî derbas dibû teqînêk çêbû. Di vê derbarê de Serokerkaniya Tirkiyê ragihand ku di wê teqînê de 6 leşkeran cane xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye.

Di daxwiyaniya Serokerkaniyê de wiha hat gotin: "Îro 18.02.2016 roja Pêncşemê derdora saet 09: 30an li ser rêya Diyarbekir-Lîce dema karwanê leşkeran derbas dibe mayînek tê teqandin ku berê hatibû danîn û di encam de 6 leşkeran cane xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye."

Di şer û pevçûnên doh ên li navçeya Sûra Diyarbekirê de jî 2 serbazên Tirk canê xwe ji dest dabûn. Li gorî çavkaniyên dewletê, heta niha li Sûrê 205 çekdarên nêzîkî PKKê canê xwe ji dest dane.

Herwiha di 7 mehên dawî de li temamê Bakurê Kurdistanê nêzîkî 300 leşker û polîsan jî canê xwe ji dest dane. Ji hêla din ve, parêzgeriya Diyarbekirê hejmarek rojnameger birin Kolana Gaziyê da ku pevçûnan ji nêzîk ve ragihînin.