Mesrûr Barzanî: Divê didemka guncayî de rifrandom bihê encamdan.
K24-Hewlêr:
Rawêjakrê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ragehand: Qeyrana serekîya Herêma Kurdistanê Qeyrana Sîyasêye. Got jî: Rifrandom di demeka Gûncayî de dihê encamdan.
Di dîdareka tayebet bo Kurdistan 24, Rawêjakrê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî got: Piştî vegerana Barzanî behsa mîkanîzma çaksazîyê dê bihê kirin.
Di bareya pirsa encamdan rifrandomê, got: Ev pirs, di demaka guncayî de dê birêve biçe û PDK wek prênsîp piştîvanîyê lê dike û divê di dema guncayîya xwe de bihê encamdan ku ji alîyên peywendîdar û ewên birêve dibin, dihê dîyarkirin.
Herweha got: PDK ti caran xwe ji danûsandinan bi alîyan re nedaye paş, bê guman jî evê qeyarnê pêdivî bi danûstandinê heye bo vedîtina çareserîyê.