Li navçeya Şemzînanê hezar penaberên Rojava girtîne

Ji ber nebûna ewlehiyê û xirabiya rewşa aborî, welatiyên Rojavayê Kurdistanê neçarbûn ku, koçberî welatên derdora Sûriyê bibin, ji wan Herêma Kurdistanê, lê ji ber ku Kurdistan jî rastî kirîzeke darayî bûye, ew penaberên Rojava, ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakur dibin û li wir rastî cendirmeyên sînor dibin û têne girtin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/233f38d5-bb10-4808-82ad-a5b3be5789af/panabaran-%20turkya(1).ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê dema ku dixwestin ji Başûr derbasî bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê çendirmeyên Tirkiyê ve li navçeya Şemzînanê hatin girtin, niha di lîstgehekê de komkirî ne.

Derbarê girtina wan penaberan ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve, yek ji wan penaberên ku niha di wê lîstighê de ye bi navê Dilo Sebrî ji K24ê re wiha got: "Heyama du hefteyan e dema me dixwest ji başûrê Kurdistanê derbasî bakurê Kurdistanê bibin û ji wir ber bi Ewropayê ve biçin, li ser sînor em ji aliyê çendirmeyên Tirkiyê ve hatin girtin, niha em li lîstgehê de ne, em nizain çarenûsa me dê çibe."

Wî penaberî da zanîn ku, hejmara wan kesên girtî, nêzîkî yek hezar penaber e,  di nav wan de gelek jin û zarok jî hene, eşkere kir jî ku, ji ber nebûna xwarin û nexwarinê, herwiha nebûna şîrê zarokan rewşa wan xirab e.

 Ji ber nebûna ewlehiyê û xirabiya rewşa aborî, welatiyên Rojavayê Kurdistanê neçar dibin ku, koçberî welatên derdora Sûriyê bibin, ji wan Herêma Kurdistanê, lê ji ber ku Kurdistan jî rastî kirîzeke darayî bûye, ew penaberên Rojava, ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakur dibin û li wir rastî cendirmeyên sînor dibin û têne girtin.