Medya Tirkiyê penaberan wek pirsgirêk nîşan dide

Hemû rojnameyên Tirkiyê her roj derbarê penaberan de nûçeyan çêdikin û penaber wekî pirsgirêkekê di çapemeniyê de cih digrin.

K24 - Enqere

Hemû rojnameyên Tirkiyê her roj derbarê penaberan de nûçeyan çêdikin û penaber wekî pirsgirêkekê di çapemeniyê de cih digrin. Ji bilî vê yekê jî dema ku sîyasetmedar derbarê wan de diaxaftin dibin mijara nûçeyan.

Ji ber nûçeyên alîgir yên ku derbarê penaberan têne çêkirin, li ser civakê rê li ber bandoreke neyîni vedike. Ev yek li dijî penaberan rê li ber rûdanên neyênî vedike. Yek ji wan rûdanan nîşandayîna helwesta nîjadperestî ya din jî destdirêjî ye. ji ber van sedeman zehmetiyên ku penaber dikêşin, zêdetir dibin. Herwiha di rêyên li ser çareseriyê jî beramberî rewşekê zor dijwar dimînin.

Di vê derbarê de ji Zanîngeha Kadîr Has Prof. Dr. Sevda Alankuş minaka Alan Kurdî zaroka ku di avêda can dabû da û got: "Heta ku tiştek bi ser serê penaberan de neyê di nava çapemeniya Tirkiyê de cih nagirin. Herwiha mafê wan jî tê xwarin. Beramberî neheqiyên ku rûbirû dimînin jî di çapemeniyê de mixabin nayê nivîsandin."

Rojnemayên wekî Bîrgûn, Evrensel û Taraf bi awayekî berfireh di nûçeyên xwe de cih didine zehmetiyên penaberan. Di rojnameyên Wekî Cumhurîyet û Yenî Şafakê de jî dema di warê navneteweyî yan jî navxweyî de dibin mijara sîyasetê dikevine rojeva wan. Ji bilî van her dû mijaran, penaber dema ku di warê ewlehiya welêt de wekî xêza xeternak têne destnîşan kirin di nava rûpelên rojnameyan de wekî nûçekeyê cihê xwe digirin.

Nûnerê Rojnameya Bîrgûnê yê Enqerê Yaşar Aydın da zanîn ku penaber tenê di warê siyasî di çapemeniya navendî de dibine mijara nîqaşê: "Wekî ku hikûmet penaberan dike mijara bazirganiyê, çapemenî jî penaberan tenê bi hejmaran dide. Ne partiyên siyasî ne jî çapemenî bi kêşeya wan re têkîldar nabin."

Pisporan da zanîn ku divê Tirkiye û dewletên navneteweyî penabaran qabûl bikin û ji bo wan çareseriyên demdirêj peyda bikin. Herwiha divê rojname dest ji zimanê cûdaditiyê jî berdin. Ji ber ku bi wî zimanî li dijî penaberan di nava gel de her diçe dijminahî zêde dibe.

Nûnerê Rojnameya Bîrgûnê yê Enqerê Yaşar Aydın