Erdogan gefa girtina Incilîkê li pêş Amerîkayê dixwe

Serokomarê Tirkiyê gefa girtina navenda “Incirlîk” li pêş firokeyên Amerîkayê dixwe, heger berdewam be bi piştevaniya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê gefa girtina navenda “Incirlîk” li pêş firokeyên Amerîkayê dixwe, heger berdewam be bi piştevaniya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan, di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Amerîkayê Barak Obama, gefa girtina navenda Incilîkê li pêş firokeyên Amerîkayê xwar, heger Amerîka berdewam be bi piştgîriya YPGê li Rojavayê Kurdistanê bike.

Di 17 vê mehê de, li Enqera teqînek çêbû, di encam de 28 kesan canê xwe ji dest dan û 61 kesên din jî birîndar bûn.

Erdogan piştî teqîna Enqerê PKK û PYDê bi wê bûyerê tuhmetbar kirin.

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê PYDê Salih Mislim ve, ev tohmet hatin redkirin û. PYD dibêje ku Tirkiyê vê teqînê wek hincetekê digire bo serkeftinên YPGê li bakurê Helebê rawestînê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku, ew dê li ser piştgirîkirina Yekîneyên Parastina Geyl (YPG) berdewam bin.