Heftîeyekê dibe serok wezîrên Kenedayê.

Xortekê ku nexweşîya şêrpencêy girtibû û piştî ji nexweşîya xwe çêbûy, li ser daxwaza xwe bo dema heftîyekê dibe serok wezîrê Kendayê.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr:

Xortekê ku nexweşîya şêrpencêy girtibû û piştî ji nexweşîya xwe çêbûy, li ser daxwaza xwe bo dema heftîyekê dibe serok wezîrê Kendayê.

Cestin Tirodo serok wezîrên Kendayê, xewna xortekê welatê xwe bi cihhêna, ku ew xort yeke ji çareserkirîyên nexweşîya şêrpenceyê ûbo dema heftîyekê kire serok wezîrên Kenedayê.

Prêbcêt Lîkhenpal, bo ajnasa Global Niyoza Kenedayî got: Dema bersiva nameya min bi belê hatdan ku bo heftîyekê bibim serok wezîr, xewn û  hêvîya min bicih hat, ji xweşîyan ez nedişîyam kontirola xwe bikim û li şûna xwe min ji xweşyan sema dikir.

Pirêcêt, bû serok wezîrên Kenedayê û bi xwe û xêzana xwe bi şîwazeka fermî li roja 18 Subatê /2016 pêşwazî lêhat kirin. Pishtî sûndxwarina yasayî pişikdarî  di gêngeşeyên civata giştî ya welatê xwe kir.

Serok wezîrên demkî yê Kendayê di kongireyeka rojnamevanî de dilxweşîya xwe derbirî li hember wê roja wek serok wezîrên Kenedayê kar kirîye û dûv re jî şîv li xwarngeha Perlamana Keneday xwar.

Evî xortî pişikdarî di kombûna Civata Pîrên Kenedayê kirin û ji alêyê Corc Fiyorî gotebêjê Civatê pêşwazî lêhat kirin û bi endamên Civatê re hat nasandin.

Pirêcêt di dîdareka Telefizyonî de li ser xewna bûna wî bi serok wezîr got: dizanim ku sîyasetvan xwedî aramîyeka gelek bi hêzin,  ew reftarê li gel pirsên cudayên sîyasî, abûrî û yasayî dikin, min hez dikir ji nêzîk ve evê rewşê bibînim.

Herweha got: Posta serok wezîran bi ti şêweyan kareka sade û sanahî nine. Dema ez li gel serokê wezîran bûm min mêze dikir ew di yek dem de divexwînd û çavdêrîya gelek pirsan jî dikir.

Evî xortî tekez kir ku hest dike di nav xewnekê de jîyanê bi rê dibe û dibêje. Hemû ew demên ku ez wek serok wezîrên demkî, jîyame gelek cudane û neşêm bi ti şêweyekê ji bîr bikim.