Ciwanên 20 welatan piştgiriya Hêzên Pêşmerge dikin

Yekîtiya Ciwanên Ewropayê dixwazin di referandûma diyarkirina paşeroja Başûrê Kurdistanê de hevkariya ciwanên Kurd bikin.

K24 – Hewlêr

Yekîtiya Ciwanên Ewropayê dixwazin di referandûma diyarkirina paşeroja Başûrê Kurdistanê de hevkariya ciwanên Kurd bikin.

Serokê Yekîtiya Ciwanên Ewropayê Javier Hurtado Mira ligel şandekê serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel endamên Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiyan.

Javier Hurtado Mira li ser navê Yekîtiya Ciwanên Ewropayê spasiya Herêma Kurdistanê kir ku ligel krîza aborî nêzîka milyonek û 800 hezar penaber û koçberên ji ol û neteweyên cuda li xwe girtine.

Serokê Yekîtiya Ciwanên Ewropayê di civînê de bal kişand ser şerê DAIŞê û got: "Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi awayekî serkeftî berevaniyê li Kurdistan û cîhanê dikin."

Javier Hurtado Mira, da zanîn ku ew dixwazin kongreyekê bo ciwanên 20 welatan li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê saz bikin ku yek ji armanca serekî yaw ê kongreyê jî piştgirîkirina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ye.

Li gor Javier Hurtado Mira, di kongreya ciwanên cîhanê de ku dixwazin li Hewlêrê saz bikin, pirsa hevkarîkirina ciwanên Kurd bo proseya referandûma diyarkirina paşeroja Başûrê Kurdistanê tê gotûbêj kirin.

Roja 26ê Kanûna Paşîn a 2016an, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê civiya û daxwaz ji wan kir amadekariyê bikin, daku berî hilbijartina serokatiya Emerîkayê, li Başûrê Kurdistanê referendum were kirin.