Helwestên partiyên Başûrê Kurdistanê ji teqandina boriya petrolê re

Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve, bi karekî şaş dibînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e93262f0-41d7-4181-af36-7699b487eb4e/naw%20t%20pkk.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve, bi karekî şaş dibînin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbarê teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê li Tirkiyê ji aliyê PKKê ve, bi destêwerdana karên navxweyî ya Herêma Kurdistanê dizane û ziyanê digehîne gelê Kurdistanê, herwiha dibêje divê PKKê pirsgirêkên xwe bi guftûgoyan çareser bike.

Tevgera Goranê jî teqandina boriya petrolê wek karekî li dijî aboriya Herêma Kurdistanê dizane û dibêje çima PKK boriya gaze ya di navbera îran û Tirkiyê de nateqîne.

Palementerkî Yekgirtûya Îslamî jî dibêje “heger pirsgirêkên PKK ligel Tirkiye heye, bila ligel Tirkiyê hesabên xwe safî bike.”

Komela Îslamî radigehîne ku, karê PKKê bandoreke xirab li Başûrê Kurdistanê dibe.

Çend car in, boriya petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Cîhan ya Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê tê teqandin, PKKê jî berpirsayetiya wan teqînan li xwe digire. Herî dawî jî, di 17 vê Sibatê de, li Bakurê Kurdistanê hat teqandin, heta niha jî nehatiye çê kirin.