Li Tirkiyê bazara pirtûkên Kurdî geş dibe

Dawiya hefteyê hezkiriyên pirtûkan, li pirtûk firoşekê yan jî li kafeyekê rûdinin û di ber qehwe-vexwarinê re dema xwe bi xwendina pirtûkan diborînin.

K24 - Enqere

Dawiya hefteyê hezkiriyên pirtûkan, li pirtûk firoşekê yan jî li kafeyekê rûdinin û di ber qehwe-vexwarinê re dema xwe bi xwendina pirtûkan diborînin. Gelo di vê hefteya zimanê dayîkê de li Tirkiyê rewşa pirtûkên Kurdî û hezkiriyên wan çawa ye?

Di dawiya hefteyê de kanala Kurdistan 24 li Tirkiyê li rewşa pirtûkên Kurdî lêkolîn kir û diyar bû ku li gorî salên 90î bazara wan geş dibe. Mamosteya wêjeya Kurdî Ferîde Akturan da zanîn ku her diçe kurd bêhtir bi zimanê xwe pirtûkan dinivîsinin û wêjeya Kurdî dişopînin.

Mamosteya Kurd-Derê Ferîde Akturan ji Kurdistan24ê re wiha axifî: "Wêjeya Kurdî ji berê de hebû û ji ber qedexeya li ser zimanê Kurdî nediyar bû. Ew zimanekî qedexe bû û piştevanên wî tune bûn.  Ziman zîndî ye; tu çi qas pê bijî, pê bifikirî, fikra te fireh dibe, wêjeya te jî fireh dibe û li gor wê  ziman bi pêş ve diçe. Bi salan zimanê Kurdî qedexe bû, ji ber wê bi pêş neket, lê van salên dawî zêdetir ciwanên me dixwazin di vî warî de xwe bi pêş bixin."

Li Tirkiyê zêdeyî 20 salan e pirtûkên Kurdî têne weşandin û di pirtûkfiroş û pirtûkxaneyan de cihê xwe digrin. Bi vî awayî hezkiriyên pirtûkên kurdî jî li gorî berê bi rehetî dikarin pirtûkên kurdî bikirin.

Nûnerê Pirtûkfiroşa Îmgeyê Çîmen Aydin bal kişand ser zêdebûna firotina pirtûkên Kurdî û got: "Di 3 salên dawî de kirîna pirtûkên Kurdî ber bi zêdebûnê ve diçe. Bi saya serê tevgera Kurdî êdî mirov meraq dikin; tenê ne gelê Kurd gelên din jî meraq dikin."

Hezkiriyekê wêjeya Kurdî jî wiha dibêje: "Li gorî bajarên Kurdistanê pirtûkên Kurdî li Enqerê bi hêsanî nayên peydakirin. Berî her tiştî dilxwazî jê re divê. Xwendekarek heke bixwaze pirtûkeke Kurdî bixwîne, bi çi awayî dibe bila bibe, dê her wê peyda bike."

Li Tirkiyê di sala 2015an de 126 pirtûk hatine çapkirin. 46 jê pirtûkên helbestan, 45 roman, 30 pirtûkên çirokan û 7 jî jê ferheng in ku hatine weşandin. Herwiha 6 pirtûkên şanoyê yên bi Kurdî jî hatine weşandin. Bi awayeki giştî jî li Tirkiyê, li 25 weşanxaneyan pirtûkên bi Kurdî hem tenê çapkirin hem jî firotin.