Firksyûna YNKyê daxwaza hilweşandina Hikumeta Kurdistanê dike.

Firaksûna Yêkêtî Nîştîmanîya Kurdistan(YNK)yê di Perleman Kurdistanê de pirojeyekê dide Partîya xwe bi merema hilweşandina Hikumetê û guhertinan di serokatîya Perlemanê de.

K24- Hewlêr:

Firaksûna Yêkêtî Nîştîmanîya Kurdistan(YNK)yê di Perleman Kurdistanê de pirojeyekê dide Partîya xwe bi merema  hilweşandina Hikumetê û guhertinan di serokatîya Perlemanê de.

Endamekê evê Firaksyûnê dibêje: Me pirojeyek arasteya partîya xwe kirîye û me daxwaz kirîye demekê bo kombûnê li ser evê pirojeyê bo me dîyar bikin. Perlemantarek jî dibêje: Ev hemû pirojeye, tenê bo mûzyedeya sîyasîye.

Alîyên sîyasî, evê werzê bi pirojeyan dibin ser, firaksyûna YNK di Perlemana Kurdistanê de pirojeyek bo hilweşandina kabîneya heştema hikumeta Herêma Kurdistanê arasteya Mekteba sîyasîya Partîya xwe kirine.

Li gor evê pirojeyê firaksyûna Kesik pêşnyaz kirîye hikumet bihê hilweşandin û guhertin jî di serokatîya Perlemanê de bihên  encamdan. Niha jî ev Firaksyûn li benda bersiva Mekteba sîyasîya Partîya xwe ne.

Salih Feqê endmê Perlemana Kurdistanê ragehand: Piştî serhildana tengijeyan rojane piroje bo çareserkirina tengijeyan dihên ragehandin.

Perlemanek jî aşkera dike ku YNKyê sîyaseteka xuya û zelal nine, lew ew dikare alîyek dîyar be bo çareserkirina arîşeyan. Her ev Perlemantar bê hêvîye ji çareserkirina tengijeyan û dibêje: ev rewşe heya sala 2017 dê berdewam be. 

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bc8e7a53-d32c-45c9-8ac1-fefc432f49fc/ynk%20w%20krg11.ism/manifest