Hevserokên DBP yên Wan û Sêrtê hatin binçavkirin

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Şaxa Wanê û Sêrtê hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Şaxa Wanê û Sêrtê hatin binçavkirin.

Hevserokê DBPyê yê Şaxa Wanê Okkeş Kawa piştî beşdarî mewlûda gerîlayekî YPGyê bûbû ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate binçavkirin. Hat ragihandin ku Kawa ji ber ko duh çûbû taziyeya berpirsê teqîna Enqereyê Abdulbakî Somer hatiye binçavkirin. 

Herwiha îro polîsan bi ser mala Hevserokê DBPyê yê Şaxa Payîzavayê girtin û ew jî binçavkirin.

Li bajarê Sêrtê jî operasyonên li hemberî DBPyê berdewam bû. Polîsan îro danê nîvro avêtin ser avahiya DBPyê ya Şaxa Sêrtê û hevseroka wê partiyê Reşît Teymur binçavkirin. Herwiha dest danîn ser kompiyotir û gelek alavên wê partiyê.