Li Bakan ya Rojhilatê Kurdistanê lîsteya Reformxwazan biser ket

Nûnerê berê yê bazneya hilbjartinên Bokan ji bo hilbjartinên Perlementoya Îranê, Mihemed qesîm Osmanî ser bi lîsta Reformxwazan ya vê xula Perlementoya Îranê ye, ji bo cara sêyemîn pileya yekem bidest xist.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê berê yê bazneya hilbjartinên Bokan ji bo hilbjartinên Perlementoya Îranê, Mihemed qesîm Osmanî ser bi lîsta Reformxwazan ya vê xula Perlementoya Îranê ye, ji bo cara sêyemîn pileya yekem bidest xist.

Rêveberê Navenda Hilbjartinan li bajarê bokan Cemal Xusrewî, ragihand ku, Mihemed Qesîm Osmanî nûnerê du xulên berê yên perlementoya îranê , bi 47 hezar u 163 dengan weke nûnerê wî bajarî hat helbjartin.

Cemal xusrewî got ku 109 hezar û 761 kesan li wî bazneyê beşdarî di dengdanê kiriye , ji koma wan dengan Enwer Hebîb zade bi 29 hezar û 555 dengan,  kesê duyem yê bajarê bokan e.

Herwiha ew yek jî aşkere kir ku, bi rêjeya ji sedî  64,  welatiyên Bokan beşdarî di hilbjatinan de kiriye. Li Îranê dengdana bo hilbijartina nûnerên Civata Şûra ya Komara Îslamî û Civata Pisporên Rêberî dest pê kir. Aliyên siyasî ji bo bidestxistina 290 kursiyên Civata Şûra û 88 kursiyên Civata pisporan hevrikiyê kirin.

Tevî ku ta niha encamên dawiyê yên hilbijaratinên Parlementoya Îranê nehatine ragihandin, lê her du aliyên sereke yên Îranê xwe bi serkeftiyên helbijartnan dizanin.