“Ewropa dixwaze Tirkiyê bi tenê bihêle”

Şêwirmendê Serokwezîrê Tirkiyê Murtaza Yetiş got ku Ewropa dixwaze di çareserkirina kêşaya penaberan de Tirkiye bi tenê bihêle.

K24 – Enqere

Li Parlamentoya Tirkiyê, di çarçoveya endamtiya bo Yekîtiya Ewropayê de, kêşaya Sûriyê hat nirxandin. Şêwirmendê Serokwezîrê Tirkiyê Murtaza Yetiş got ku Ewropa dixwaze di çareserkirina kêşaya penaberan de Tirkiye bi tenê bihêle.

7ê Adarê, di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de, lûtkeya duyemîn a penaberan dê were lidarxistin. Beriya civînê, hemû hûrgiliyên derbarê koçberiyê de, ji aliyê komisyona guncanîbûna bo Yekîtiya Ewropayê de, hatin nirxandin.

Di komisyonê de, hat diyarkirin ku kêşaya penaberan tenê ne kêşaya Tirkiyê ye û di warê qeyrana Sûriyê de, têkiliyên Tirkiyê yên bi dewletên Ewropî re, yek alî ye. Di vê derbarê de Şêwirmendê Serokwezîrê Tirkiyê Murtaza Yetiş got: “Pirsa penaberan hemû dewletan têkildar dike. Lê hinek dewlet bi exlaqî nêzîkê vê kêşeyê nabin. Gelek dewlet naxwazin ev kêşe bandorê li wan bike. Heger her dewletek bi çavekî gerdûnî li kêşeyê binerin, dê bi hêsanî çareseriyek pêk were.”

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, kêşaya penaberan li ser 2 babetan derdikeve holê. Yek jê reva ji mirinê ye û ya dî jî reva ji ber şertên aborî ye. Li aliyê din, hat gotin ku Tirkiye di warê hiqûqa navdewletî de, li gorî wijdanê mirovî tevdiger e û divê alîkariya maddî ya bo penabaran jî wekî gaveke mezin neyê nirxandin. Pisporê Penaberan yê Serokwezîrtiyê Çagatay Doğan jî wiha axifî: “3 mîlyar ewro alîkarî ne gelekî zêde ye. Ev pere têra bicihkirina 2 mîlyon û 500 hezar penaberên Sûriyeyî nake.”

Di civînê de hat destnîşankirin ku kêşeyên li Rojhilata Navîn her ku diçe mezintir dibin û plana Tirkiyê ya bo çareserkirina kêşaya penaberan hat ragihandin. Plan ji xalên wek; Alîkariya gerdûnî ya bo koçberiyê, dahûrandina pêdiviyan pêk tên û dê di lûtkeyê de werin nirxandin.