Koreya Bakur çekên atomî dixe amadebaşiyê

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, li hemberî eger êrîşekê ferman da ku hemû çekên atomî têkevin rewşa amadebaşiyê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, li hemberî eger êrîşekê ferman da ku hemû çekên atomî têkevin rewşa amadebaşiyê.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, li hemberî egera êrîşekê ferman da ku hemû çekên atomî têkevin rewşa amadebaşiyê. Ev biryara fermanê dema serokê Koreya Bakur beşdarî merasîma mûşekavêjê bû hat wergirtin.

Kim Jong-un, ferman da artêşê ku têkevin amadebaşiyê bi awayê ku di dema herî zû de bikaribin sîstema çekdariyê li hemberî Koreya Başûr bikar bînin têkevin çeperan.

Ajansa Central News Agency Korean ragihand ku ew dê rewşa leşkerî ya Koreya Bakur li gorî metirsiyan di ber çav re derbas bikin.

Ev biryara Koreya Bakur, piştî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hat standin ku di hundirê 20 salên dawî de bi erêkirina 15 welatên endam li hemberî Koreya Bakur dabû.