Ji kundir berhemên hûnerî tên çêkirin

Hûnera xemilandina Kundiran a serdema Osmanî ji nû ve belav dibe. Berhemên hûnera destkariyê ya corbicor bo gelek welatên cîhanê tê şandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5f398838-de61-47c9-bc08-5c5f04b08dfe/LiSewrekeJiKundiranHuner.ism/manifest

Ahmet Çiftel / K24 - Riha

Hûnera xemilandina Kundiran a serdema Osmanî ji nû ve belav dibe. Berhemên hûnera destkariyê ya corbicor bo gelek welatên cîhanê tê şandin.

Li Sêwreka Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji kundiran hûnereke balkêş tê çêkirin. Gelo çawa ji kundiran berhemên hunerî tên çêkirin. Kundir pêşî tên hişkkirin û paşê nava wî tê derxistin. Piştre derveyî wî tê boyaxkirin û ji wî kundirî awîze, abajûr û gelek hûnerên balkêş tên çêkirin.

Berhemên tên çêkirin ji bo welatên wek Emerîka, Kanada, Îspanya û gelek bajarên din ên Ewropayê tên şandin. Ji bilî Ewropayê li welêt jî eleqeyeke mezin bo van berheman heye.

Welatiyek di vê derbarê de wiha dibêje: “Hevalê me bi keda xwe vê hunerê çêdike. Xwedê ji wî razîbe. Berdêla vê hunerê bi pereyan nayê pîvandin. Bi 100 lîreyî jî tê firotin lê belê hêjayî 200 lîreyî ye."

Berhemên tên çêkirin di navbera 100 lîre û 500 lîreyî de tên firotin û gelek kes debara xwe bi vê hûnerê dikin.

Serokê Komeleya Hûnerên Destan ya Sêwrekê Ahmet Çakir jî balê dikşîne ser bazara vê hûnerê û ji rayedaran daxwaza piştgiriyê dike. “Dema xwedî li vê hûnerê were derketin, ev hûner dê li Sêwrekê bi pêşdetir biçe. Wê tiştekî xweşiktir derkeve û li ber çavan xweş were dîtin. Lê belê wekî şaredarî, qeymeqamî, divê xwedî lê vê hûnerê derkevin.”

Ev hûner bi taybetî ji aliyê jinan ve tê çêkirin. Lê belê di warê danasînê û gihiştina bazarê hinek kêşe hene. Eger ev kêşe bên çareser kirin û peywendî bi bazarên derve ve baş were danîn, dê ev berhemên hûnerî li tevahiya cîhanê belav bibin.