Mc Gurk: Rizgarkirina Mûsilê bi Şingalê dest pê kiriye

Nûnerê Serokê Amerîkayê radigihîne, şerê rizgarkirina Mûsilê bi rizgarkirina Pêşmergeyan ji Şingalê re dest pê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîkayê radigihîne, şerê rizgarkirina Mûsilê bi rizgarkirina Pêşmergeyan ji Şingalê re dest pê kiriye.

Nûnerê Serokê Amerîkayê Bret Mc Gurk, îro di konfiranseke rojnamevanî ji Bexdayê de ragihand ku, operesyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê ji rizgarkirina Pêşmergeyên Kurdistanê ji Şingalê re, dest pê kiriye. Hêzên Iraqê yên hevbeş jî berve navçeya Mexmûrê çûne.

Mc Gurk amaje kir, kiryarên DAIŞê bi ser eşîreta Bo Nimir li Hît û desteserkirina Feloceyê dê bidawî bên û parêzgeha Enbarê jî dê ji çekdarên DAIŞê were paqilkirin.

Mc Gurk diyar kir, bi rizgarkirina hêza Pêşmerge ji Şingalê re, bajarê Reqa ya Sûrî û Mûsilê ji hev hatine qetandin.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Iraqê ragihand ku, topxaneya wan pêgeheke DAIŞê li başûrê Mûsilê armanc kirin, 18 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.