Li Kobanê 7 hezar û 500 kes xwedî pêdiviyên taybe hene

Komeleya Tîrêj a xwedî pêdiviyên taybet sala 2013an li bajarê Kobanî hatiye damezrandin

K24-Kobanê

Komeleya Tîrêj a Astengdaran li Kobanê ragehand ku, li bajarê Kobanê 7 hezar û 500 kesên xwedî pêdiviyên taybet hene.

Derbarê rêjeya wan kesan û alîkariyan ku ji wan re tê dabîn kirin,  komeleya navborî daxuyaniyek li ser malbera xwe ya femî ya Fecabookê belav kir, tê de çalakiyên xwe yên cor bicor ragehandin, li gor lêkolînên komeleya hetan niha 7 hezar û 500 kesên xwedî pêdiviyên taybet li bajarê Kobanê hene.

Komeleya da zanîn ku, heta niha alîkariya 653 kesan hatiye kirin, aşkere kir ku 24 kes li ser 6 komîteyan parvekirîne û xizmeta kesên xwedî pêdiviyên taybet dikin.

Berî niha heman komeleyê dibistanek bo kesên ku çavê xwe ji dest dabûn vekirbû, niha xwe bû vekirina bexçeyekî zaokên xwedî pêdiviyên taybet amade dike, hijmara wan jî digehe 50 zarokan.

 Komeleya Tîrêj a xwedî pêdiviyên taybet sala 2013an li bajarê Kobanî hatiye damezrandin.