Bûseyna Şaban: Danûstandinên Cenêvê me natirsîne
K24-Navenda Nûçeyan
Şêwermenda Serokê rejîma Sûriyê Bûseyna Şaban ragehand ku, danûstandinên Cenêv3 me natirsîne,aşkere kir ku, firokeyên wan û yên Rosyayê nexweşxane û navendên pizîşkî ji xwe re ne kirine armanc.
Derbarê vê mijarê de Şêwermenda Serokê rejîma Sûriyê Bûseyna Şaeban di hevpeyvînekê xwe de ligel kenala CNN wiha got: "Em ji bo gelê xwe û bejwendiyên welatê xwe kar dikin, lewma danûstandinên Cenêvê derbarê proseya aştiyê ligel opozîsyonê me natirsîne."
Şaban da zanîn ku, firokeyên welatê wê û yê Rûsyayê ti carî nexweşxane û navendên pizîşkî armanc nekirine, herwiha diyakir ku, Rûsya ne welateke dagêrkere.
Biryare 14ê vê mehê gera duyemîn a danûstandinên Cenêvê derbarê proseya aştiyê di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî destpê bike.