Çawa Hafiz Esed hate ser desthilatê?

Piştî mirina Hafiz Esed sala 2000an, kurê wî Beşar El-Esed li şûna wî desthilata Sû
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/15a2a371-98c0-4191-b3b4-9193dfb126ab/kudata%201963.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Roja 8ê adarê, beriya 53 salan komîteya leşkerî ya partiya baas li sûriyê kudeteyek li ser hikûmeta Sûriyê encam da, ew jî bi razîbûna serokê wê partiyê Mîşêl Efleq, tevî ku aliyên civaka sivîl ji partiyê li ser vê kudeteyê ne razî bûn.

Di serdema hikûmeta cudabûnê ji Misrê de, wê demê Nazim Qudsî Serokê Sûriyê bû, kudete jî li ser wî serokî bû, piştire partiya baas desthilat li xwe girt, birêveberên vê opersiyonê jî her yek ji Hafiz Esed, Selah Cidîd û Mihemed Omran bûn, wan kesan ev komîteya leşkerî piştevaniya Nasiriyan bidest xistibûn .

Partiya baas di sala 1947an de hatibû damezrandin di atmosfêrekê de ku hêzên liberalên Sûriyê birêve dibirin, ew jî bi bandora întîdaba Fransî bû. Armanca partiyê , li gor serkirdeyên wê, yekîtiya Erebî û dijatiya dagîrkirinê bû, ji ber vê yekê hewila kudeteyê bi ser hêzên liberal kir.

Di 8ê Adara 1963an de, partiya baas bû desthilatdar li Sûriyê, Lûey Etasî Serokê Encûmena Şoreşê bû, Emîn Hafiz jî Wezîrê Navxweyî bû, di heman salê de hewila kudeteyeke din hate kirin, lê bi ser neket, Emîn Hafiz êdî bû Serokê Sûriyê.

Di sala 1966an de, nakokî ketin navbera rêveberiya qutrî û ya netewî de, a dawî jî reviya îraqê û kudeteke din li Sûriyê encam da, Nûredîn Etasî jî bû serok, ta sala 1970an,  ku Hafiz Esed kudete li ser Etasî kir û Sûrî control kir. Piştî mirina Hafiz Esed sala 2000an, kurê wî Beşar El-Esed li şûna wî desthilata Sûriyê wergirt.