Xizmetên tendirûstiyê bo penaberan têr nakin

Nexweşiyên metirsîdar, di nav penaberan de ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn zêdetir dibin. Xizmetên tendirûstiyê yên heyî jî bo dermankirina nexweşiyên penaberan kêm in.

K24 - Stenbol

Nexweşiyên metirsîdar, di nav penaberan de ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn zêdetir dibin. Xizmetên tendirûstiyê yên heyî jî bo dermankirina nexweşiyên penaberan kêm in. Hinek nexweşiyên ku beriya şer nebûn piştî şer derketine.

Penaberên ku beriya 5 salan ji ber şerê li Sûriyê, li welatên biyanî belav bûne di jiyana xwe de gelek zehmetî kişandin. Di nav kêşeyên wan de mijara tendirûstiyê jî derdikeve pêş.

Saziya Pizîşkên Tirk a Tirkiyê bi navê "Şer, Koç û Tendirûstî" derbarê jiyana penaberan de raporek weşand. Lêkolînerên saziyê balê dikşînin ser zêdebûna nexweşiyên penaberan. Astengiyeke mezin jî nezanîna ziman e ku penaber ji pizîşkan re newxeşiyên xwe bi awayekê baştir bînin ziman.

Sekreterê Giştî yê Odeya Pizîşkên Stenbolê Dr. Samet Menguç da zanîn ku sedema pirsgirêkên penaberan rêvebirên Ewropa û Tirkiyê ne û ji Kurdistan24ê re got: "Penaber bi awayekî baş nikarin herin nexweşxaneyan. Gelek ji wan xwe vedişêrin. Hinek derfet dane penaberan, lê ev têr nake. Ji ber bo jiyana penaberan bingeheke baştir nehat avakirin, gelek pirsgirêk derdikevin."

Jinên ducanî ku rêkûpêk nikarin biçin ba pizîşkan û ji xizmetên tendirûstiyê bêpar dimînin dikevin tengasiyê. Endama Mafên Mirovan a Odeya Pizîşkên Stenbolê Dr. Denîz Mardîn ragihand ku ji aliyê hiqûqî ve bo xizmetên tendirûstiyê xebat hatine kirin lê dema sepandinê zehmetî çêdibe.

Dr. Denîz Mardîn wiha axifî: "Ji bo penaberên Sûriyeyî xizmetên wek pizîşkên malbatê gelek tişt hatine kirin. Lê ev xebat bi temamî neçûye serî. Bi rastî jî rewşa dayik û zarokan nebaş e. Divê bi lez û bez yekser nexweşiyên wan bên dermankirin."

Şerê ku di sala 2011an de dest pêkiribû bûye sedema nexweşiyên nû. Li nav penaberan nexweşiyên zarok û dayik di serî de tîfo, menenjît, hepatît, emel, ta û zekem zêdetir belav dibin.

Sekreterê Giştî yê Odeya Pizîşkên Stenbolê Dr. Samet Menguç

Endama Mafên Mirovan a Odeya Pizîşkên Stenbolê Dr. Denîz Mardîn