Bi amadebûna Serokê ENKSê "Şepêla Sûriya Sibe" hat ragehandin

Pêkhateya nû bi serkatiya Ehmed El-Cerba û çendin endamên din ê Itîlafa opozîsyona Sûriyê, ji wan Behiya Mardînî, Qasim El-Xetîb û Ehmed Ewed, biryare, îro emîndariya giştî û desteya siyasî yaw ê şepêlê were hilbijartin.

K24-navenda Nûçeyan

Pêkhateyeke nû ya opozêsyona Sûriyê bi navê "Şepêla Sûriya Sibe" ji aliyê Serokê Itîlafa opozîsyonê yê berê Ehmed El-Cerba ve hate ragehandin.

Derbarê vê pêkhateya Nû, Serokê Şepêla Sûriya Sibe Ehmed El-Cerba duh, li Misrê û di kongreyekî rojnamevanî de wiha got: "Şepêla nû şepêleke Demokratî û firehalî ye, di nav xwe de hemû aliyên opozîsyona Sûriyê li xwe digre, li cem me jî yekgirtina Sûriyê hêleke sor e."

Civîna destpêkê de ya "Şepêla Sûriya Sibe", bi amadebûna Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Ibrahîm Biro , Nûnerê Wezareta Derve ya Misrê Nezîh El-Necarî, Nûnerê balyozxaneya Rûsyayê li Misrê, Endamê Encûmena Yasayî ya Filestînê Mihmed Dehlan, Nûnerê Serokatiya Kurdistanê, û çendîn kesayetiyên din bi rêve çû.