Kerry: Ji sedî (80-90-) tûndûtijî li Sûriyê kêm bûye

K24-Navenda Nûçeyan

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragehand ku, cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê hêla ku, ji sedî(80-90) tûndûtijî li Sûriyê kêm bûye.

Derbarê vê mijarê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di hevdîtina xwe de ligel şahê Erbistana Siûdiyê daxuyaniyek belav kir, tê de tekezî li ser bidawîbûna şerê li Sûriyê de kir, herwiha rexne li rejîma Sûriyê bi nebêbendî bi agirbesta li wî welatî de kir.

Kerry aşkere kir ku, piştî cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê ku ji 27ê meha borî de destpê kirî, ji sedî(80-90) tûndûtijî li wî welatî kêm bûye. Diyar kir ku, nabe Esed agirbestê ji xwe re veqose diheman demê de aliyên din bêbendin bi cîbecîkirina wê.

Biryare gera duyemîn a danûstandinan derbarê kirîza Sûriyê, di 14ê vê mehê de li Cenêvê destpê bike.