“Niha li navçeyê hemû polîtîkayên Tirkiyê têk çûne”

Tirkiye di demen dawî de bi taybetî ji ber politikaya xwe ya Sûriyê rûbirûyê nerazîbûna dewletên cîhanê dibe. Li gor pisporan, geşedanên dawî wiha kirin ku Tirkiye siyaseta xwe biguherîne.

K24 - Enqere

Tirkiye di demen dawî de bi taybetî ji ber politikaya xwe ya Sûriyê rûbirûyê nerazîbûna dewletên cîhanê dibe. Polîtîkayên Tirkiyê yên li Sûriyê wek beşek ji plan û projeyên Tirkiyê yên li Rojhilata Navên tên nirxandin. Li gor pisporan, geşedanên dawî wiha kirin ku Tirkiye siyaseta xwe biguherîne.

Tirkiyê bi salan li Rojhilata Navîn bi daxwaz û mebestên cuda politika meşandin. Di salên dawî de bi taybet zêdebûna aloziya li herêmê û proseya “Bihara Ereban” di siyaseta Rojhilata Navîn de bo Tirkiyê bû qonaxeke girîng. Tirkiyê bi vê yekê rola xwe ya li Rojhilata Navîn bihêz kir û xwest rola xwe ya herêmê bighîne asta xwedîgotinê.

Lê di demên dawî de Tirkiye di politikaya xwe ya Rojhilata Navîn de guhertinek berbiçav pêk anî. Li gor Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar, rola Tirkiye ji ber helwesta Suriyê ji aliyê dewletên navneteweyî ve hat lawazkirin û herwiha çarenûsa herêmê ji aliyê dewletên aktor ve hat diyarkirin û ev yek jî wê di 14ê Adarê de li Cenêvê diyartir bibe.

Li ser rola Tirkiyê ya li navçeyê Bereket Kar ji Kurdistan24ê re got: “Tirkiyê dixwest li Rojhilata Navîn yekîtiyeke sunniyan ava bike û herwiha bi xwe jî bibe serkêşê wê beşê, pêşî îmajeke baş jî çêkir lê niha hemû polîtîkayên Tirkiyê têk çûn. Li cem Tirkiyê kî ma? Hindek rêxistinên Îslamî û dewletên bêhêz. Hemû plansaziyên li herêmê ji kontrola Tirkiyê derketin ji ber vê Tirkiye jî hewla xweparastinê dide. Ango pêngavên berê yên ku bi hêviyeke mezin jê dikir pûç bûn.”

Ew fikra di bin banê Tirkiyê de dabînkirina yekîtîya misilmanan, ji Dewleta Osmaniyan heta niha yek ji fikreke sereke ye û herwiha beşek zêde ji civaka Tikriyê jî piştgiriya vê yekê dike. Lê geşedanên dawî, bi taybetî polîtîkaya Sûriyê li ser nêrîna civaka Tirkiyê guhertin çêkirine. Li gor lêkolinên kompanyayên rapirsînan politikayên derve zû bi zû di nav welatiyan de bandorek mezin pêk tînin.

Serokê Kompanyaya Rapirsînên Optîmar Hîlmî Taşdemîr jî mijarê wiha dinirxîne: “Dema em lêkolinên xwe yên berê û yên niha didin ber hev em dibînin ku fikra civakê ber bi aramiyê ve guheriye. Demên Tirkiye, li dijî Îsrailê derdiket û ji bo Mursî hewl dida û di nav welatiyan de jî piştgiriyek mezin bo politikayên derve hebû. Lê niha Tirkiye û dewletên mezin hatin hemberî hev û ev yek jî welatiyan ditirsîne.”

Di nav mehên pêşiya me de Rêxistina Konferansa Îslamê wê li Stenbolê kom bibe û serokatiya konferansê wê ji Misrê derbasî Tirkiyê bibe. Tê îdîa kirin ku bi navbeynkariya Erebîstana Siûdiyê, Tirkiye hewl dide ku têkiliyên xwe yên gel Misirê ji nû ve saz bike. Ji aliyê din ve ev demeke nêzîkbûna Tirkiyê û Îsraîlê jî yek ji wan mijara ye ku zêde tê axaftin. Tevahiya van îdîayan wekî wê daxwaza Tirkiyê tê nirxandin ku dixwaze li herêmê bihêz bibe.

Serokê Kompanyaya Rapirsînên Optîmar Hîlmî Taşdemîr