Rûsya: Bi belge hêzên Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bûne

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne ku, welatê wî belge bi dest hene ku hêzine Tirkiyê li ser xaka Sûriyê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne ku, welatê wî belge bi dest hene ku hêzine Tirkiyê li ser xaka Sûriyê ne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtinekê ligel televizyona “RAN” ragihand û got: “Tirkiyê ragihandiye ku mafê wê heye ku li çend cihan li Sûriyê deverine ewle çê bike, li gor zanyariyên me jî, Tirkiyê bi sedan metro derbasî nava xaka Sûriyê bûye.”

Lavrov got jî: “Mosko dê bi berdewamî ji Netewên Yekbûyî bixwaze bo Kurd di danûstandinên aştiyê li Cenêvê de beşdar bibe, tevî nerazebûna Tirkiyê.”

Li gor gundiyên navçeya Şiyê ya Efrînê roja 25 Sibatê ji K24ê ragihandine, artêşa Tirkiyê li dirêjahiya 3 k.m û panahiya 50 ta 300 mitrî, derbasî nava xaka navçeya Şiyê ya Efrînê bûne û bi bildozeran darên zeytûnan hildikin û dîwarekî ava dikin.

Ev ne cara yekem e ku artêşa Tirkiyê sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas dike, li gor hikûmeta Tirkiyê jî mebest ji vê yekê, serastkirina sînor e û rêgirtin li pêş qaçaxciyan û penaberan e.