TEV-DEM: Em amadene Herêma Bakurê Sûriyê rabighînin

Rêveberiya Xweser bi armanca pêwendî û gotûbêjkirina projeya Herêma deverên Rojava û Bakurê Sûriyê komîteyek pêkanîye, tê çaverê kirin jî ku, di cejna Newrozê de wê Herêmê rabgehîne.

K24-Qamişlo

Serkirdeyê TEV-DEM Ebdulselam Ehmed ragehan ku, Sûriyê ber bi herêmên fedral û xweser ve diçe, da zanîn ku, ew jî amade ne fedraliya deverên Rojava û Bakurê Sûriyê rabgehînin.

Biryare Rêveberiya Xwese, ligel Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) di cejina Newrozê de piştî bi dawîbûna civînên xwe, Herêma deverên Rojava û Bakurê Sûriyê rabgehînin, derbarê vê mijarê de, Serkirdeyê TEV-DEM Ebdulselam Ehmed ji K24ê re wiha got: "Niha Sûriyê ber bi Herêmêm serbxwe û fedral ve diçe, Herêmêm me ji berê de aramin û hemû pêdiviyên jiyanê tê de hene."

Ebdulselam da zanîn ku, ew ji bo ragehandina Herêma deverên Rojava û Bakurê Sûriyê amaden e.

Rêveberiya Xweser bi armanca pêwendî û gotûbêjkirina projeya Herêma deverên Rojava û Bakurê Sûriyê komîteyek pêkanîye, tê çaverê kirin jî ku, di cejna Newrozê de wê Herêmê rabgehîne.