Barzanî: Kurdên Sûriyê ne hevgirtîne

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, nakokiyên navxweyî Kurdan li Sûriyê rê li pêşiya yekgirtina wan digre.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehan ku, Kurdên Sûriyê ne yekgirtîne,ew  bi pêwendiyên xwe ligel rejîma Sûriyê biser neketin.

Derbarê vê mijarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Kenala SkyNews di dema beşdarbûna wî di bernameya medyakara Sûrî Zêna El-Yazicî wiha got: Di destpêka kirîza Sûriyê de, ez wekî birayekî ligel hemû aliyên Siyasî yên Kurd li Sûriyê rûniştin, min ji wan xwest ku, derbarê pêwendiyên wan ligel rejîma Sûriyê bi yek helwestê bin.

Barzanî da zanîn ku, Kurdên li Sûriyê rêkeftinên wan ligel rejîmê hene, nejî li gel Opozîsyona Sûriyê, aşkere kir ku, ew pêwendiyên xwe ligel rejîma Sûriyê biser neketin.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, nakokiyên navxweyî Kurdan li Sûriyê rê li pêşiya yekgirtina wan digre.