Qamişlo: Asayişa Rojava hejmarek ji endamên rêjîmê girtin
K24 – Qamişlo
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, nakokî di navbera Asayişa Rojava û hêzên rêjîma Sûriyê derket, her du aliyan endamên yên din girtine.
Li gor peyamnêrê K24ê li Qamişlo, ku hêzên ser bi rêjîma Sûriyê çend endamên Asayişa Rojava girtin û topên deng li hin taxên Qamişlo teqandin.
Ji aliyê xwe ve, Asayişa Rojava jî, hejmarek ji hêzên rêjîmê girtin, herwiha hin cade û kolanên bajêr dorpêç kirin. hîn jî çargoşeya ewlehiyê û bazara bajêr dorpêç kiriye.