Îran: Nabe dewleteke taybet bi Kurd hebe

Wezîrê Derve yê Îranê dibêje, guhartina sînorên Rojahilata Navîn, dibe destpêka şerekî cîhanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Îranê dibêje, guhartina sînorên Rojahilata Navîn, dibe destpêka şerekî cîhanî.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Kanbera paytexta Austiralyayê di gotarekê de li Zanîngeha Niştimanî ya Austiralyayê ragihand, guhartina sînorên Rojahilata Navîn, dibe destpêka şerekî cîhanî.

Zerîf amaje kir, divê welatên Rojahilata Navîn û Îranê riyekê ji bidawîkiria krîza taifî ya leşkerî li Rojahilata Navîn re bibînin, lê di wê riyê de, nabe guhartina sînoran hebe, ne ji Kurd re ne jî ji Elewiyan re.

Zerîf di gotara xwe de diyar kir, divê awayê danûstandina bi hev re were guhartin ne sînorên Rojhilata Navîn, guhartina sînor dê şerekî cîhanî çê bike.

Di çend mehên dawî de, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ragihand, encamdana referandûmê wek mafekî rewa ya gelê Kurd e, lê rewşa niha serxwebûnê garantî nake.

Herwiha ji demekê ve jî, planên perçekirina Sûriyê li ser bingeheke netewî û taifî di navbera Elewî, Sunî û Kurdan de ketiye rojevê, Îran jî li dijî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide.