Li Wanê Hevserokên DBPê û 17 kesên din hatin binçavkirin

Li bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiya Tirkiyê operasyonên berfireh yên leşkerî û herwiha yên binçavkirinan berdewam dikin. Li Wanê operasyon ser 32 navnîşanan hat kirin û 19 kes hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiya Tirkiyê operasyonên berfireh yên leşkerî û herwiha yên binçavkirinan berdewam dikin. Li Wanê operasyon ser 32 navnîşanan hat kirin û 19 kes hatin binçavkirin.

li Wanê îro hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajêr Caziye Duman û Okeş Kava jî di nav de 19 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirinê bi endamtiya PKK'ê tên tometbarkirin.

Her wiha li avahiya DBP'ê ya Wanê lêgerîn hat kirin.

Di dema lêgerînê de Parlamentera Wanê Tuba Hezer, Bedîa Ozgokçe û Nadîr Yildirim jî li avahiyê amade bûn.

Li aliyê din 33 kes jî li Stenbol, Bursa û Ezircanê û 8 kes jî li Semsûrê hatin binçavkirin.

Hevserokêk DBP'ê Kamûran Yuksek li Qerse hat binçavkirin, lê piştî demekî serbest hat berdan.