Li bajarê Edeneyê 17 kes hatin girtin

Ji aliyekî din ve li bajarê Manîsayê jî 10 kes bi îdiaya endamên PKKê ne hatin girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Edeneyê bi bihaneya ku, endamên PKKê ne17 kes hatin binçav kirin.

Parêzgeriya Edeneyê ragihandibû ko li nav bajêr pîrozbahiyên Newrozê qedexe ye. Îro berbangê hêzên ewlekariyê jî beriya pîrozbahiyên Newrozê operasyonek berfireh pêk anî bi ser dehan malan de girt û 17e kes binçav kirin.

Berî niha jî li Stenbol û 6 bajarên din operasyonek pêk hatibû, di encamê de 31 kes hatin binçavkirin ji wan 9 parêzer. Dozgeriya Stenbolê bi îdiaya endamên rêxistina terorê ne daxwaza girtina 27 kesan kir û berê wan dane mehkemeyê.

Ji aliyekî din ve li bajarê Manîsayê jî 10 kes bi îdiaya  endamên PKKê ne hatin girtin.