KCK teqîna Stenbolê şermezar kir
K24-Navenda Nûçeyan
Kongireya Civaka Demokratîk(KCK) teqîna Stenbolê şermezar kir.
Derbarê teqîna Stenbolê de Kongireya Civaka Demokratîk(KCK) daxuyaniyek belav kir, tê de, da zanîn ku wekî Tevgera Azadiya Kurd ew li dijî armanckirina sivîlane, aşkere kirk u, çalakiyên ku dibin sedema mirin û birîndariya sivîlan bi tundî şermezar dikin.
Herwiha KCK kuştina sivîlan wekî kiryarek bê exlaq binav kir û diyarkir ku, divê rêgirî li ber kuştina sivîlan bê girtin.
Duh danê nîvro, li bajarê Stenbolê kolana Îstiqlalê xwekujekî xwe teqand, di encam de, ligel xwekuj 5 kasan canê xwe ji dest dan, 39 kesên din birîndar bûn.