Piroje yasayek bo afretên rizgarbûyî ji destên Daişê.

Bi merema vegerandina maf û îmtyazatan bo aferetên rizgarbûyî ji destên Daişê, Rêkistîya Jinnasî, piroje yasayek pêşkeş bi herdû Perlemanên Kurdistanê û Îraqê kirine daku karên rijt li ser bikin.

K24- Silêmanî:

Bi merema vegerandina maf û îmtyazatan bo aferetên rizgarbûyî ji destên Daişê, Rêkistîya Jinnasî, piroje yasayek pêşkeş bi herdû Perlemanên Kurdistanê û Îraqê kirine daku karên rijt li ser bikin.

Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24, Ehmed kawanî, serperiştyarê rêkxistîya Jinnasî ragehand: Me piroje yasaya me çar qonaxin, qonaxa yekê, amadekirina piroje yasayê bû. Qonaxa dûyê, encamdanas sê panêlane li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê.

Got jî: Qonaxa sêyem, ragehandina pirojeya ewê yasayê ye. Piştî dewlemendkirina wê ji panêlan dê wê pirojeyê bidin dezgehên ragehandinê. Qonaxa çare, gehandina pirroje yasayê ye bo Komîteya Yasayî ya Jinan li Perlemanên Kurdistanê û Îraqê.

Amaje bo ewê kir, aramanca me ji wê piroje yasayê, bi yasakirina keysane, daku hinek ji azar û belengazîya wan afertên rizgarbûyî ji destên Daişê kêm bikin.

Kinêr Ebdûla, çalakvana bwarê jinan bi Kurdistan 24 ragehand: Daxwaza yekxistana hewlan daku piroje yasayeka puxt û tukme bo xizmetkirina wan afretan biderkeve. Ev jî pêngaveka giringe,  hêvîdarim perlemana Îraqê bikare bi rijtî kar li ser bike, çunku niha perlemana kurdistanê nekareye.

Hinek afretan jî rexne li piroje yasayê hene, li ser evê yekê Beyan Ebdulrehman, endama rêkxistîya Lobîya Kurd dibêje: di vê piroje yasayê de nehatîye gotin ku dive kar bow ê yekê bikin afretên me ji bin destên Daişê bihên rizgarkirin.

Rêkxistîya Jinnasî ku ji sala 2014 hatîye damezrandin û karûçalakî yên wê bi merema harîkarîkirina afretên rizgarbûyî ji destên Daişê. Heya niha şîyane haîkarîya 10 jin û kiçan bikin ku pişkek ji wan kesûkarên wan şehîd bûne û hinek jî ji alîyên xêzana wan rê pê re nadane vegirin malên xwe.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4ecdf6a5-62dd-4185-a44f-2b8d75e8a9f8/JnaniEzidi-Slemani.ism/manifest