Du xortên penaber di çemê Zê Kelekê de xeniqîn

Du xortên penaber yên Rojavayê Kurdistanê ku kempa Kewirgoskê yê ser bi Hewlêrê ve, di ava Ze Kelek li nêzî kempa ku ew lê dimînin xeniqîn, heta niha tenê termê xortekî hatiye dîtin û yê din jî wenda ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0e66d8c7-b732-4f25-b375-1e7fc7cbb29b/mirina%20du%20xorten%20Rojava.ism/manifest

K24 – Kampa Kewirgoskê

Du xortên penaber yên Rojavayê Kurdistanê ku kempa Kewirgoskê yê ser bi Hewlêrê ve, di ava Ze Kelek li nêzî kempa ku ew lê dimînin xeniqîn, heta niha tenê termê xortekî hatiye dîtin û yê din jî wenda ye.

Du xortên penaber bi navê Elî (19 salî) û Murad (23 salî), ku bi xwe xelkên gundên bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ne û li kempa Kewrgoskê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve dimînin, digel malbatên xwe piştî cejna Newrozê bi rojekê,  berê xwe didin seyrangehekê li ber çemê Zê Kelekê, ya li nêzî kempa ku ew lê dimînin û li wir her du xort di çem de dixeniqin.

Diya Elî li ser bûyera xeniqandina kurê xwe ji K24ê re got: “Kesên ku bûyer dîtine got, ku ew bi topê dilîstin, lê topa wan di avê wer bû, 5 xort hewl ddan ku topa xwe ji avê derxînin, lê 3 xort hatin rizgarkirin û her du xort Elî û Murad xeniqîn.”

Heta niha termê Murad nehatiye dîtin, Tîmên taybet bi rêzgarkirina bûyerên wiha dibêjin, bi ber ne zelalbûna avê, ew nikarin termê wî xortî bibînin, lê ewê berdewam bin bi lêgerînê.

Ji destpêka damezrandina kempa Kewrgosk û Daraşekranê yên ser bi Parêzgeha Hewlêrê ve, heya niha nêzî 10 xortên penaber ên Rojavayê Kutrdistanê di ava Zê Kelekê de xeniqîne.