Beşrar El-Caferî daxwaza vekirina balyozxaneyên YE li Sûriyê dike

Civînên gera duyem a danûstandinên Cenêv3 derbarê proseya aştiyê li Sûriyê di 14ê vê mehê de destpê kirin û heta niha jî berdewam in.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Şanda rejîma Sûriyê li Cenêvê Beşar El-Caferî daxwaz ji Nûnera Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê(YE) Federica Mgrena ku careke din balyozxaneyên Yekîtiya Ewropayê li Sûriyê werin vekirin.

Duh, Nûnera Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê(YE) Federica Mgrena serdnana şanda rejîma Sûriyê li Cenêvê kirbû, tê de daxwaz kirbû ku, şerê li Sûriyê bi dawî were.

Ji aliyê xwe Nûnera Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê(YE) Federica Mgrena daxwaz ji rejîma Sûriyê kirbû ku, giringtiyeke bihtir bidin danûstandinên aştiyê.

Herwiha Mgrena dabû zanîn ku, pêwîste agirbesta li Sûriyê bidome û proseya gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî berfirehtir bibe.

Civînên gera duyem a danûstandinên Cenêv3 derbarê proseya aştiyê li Sûriyê di 14ê vê mehê de destpê kirin û heta niha jî berdewam in.