Belcîka 6 kesên tometbar di teqênên Pirokselê de girtin

Di sêşema borî sê teqînan bajarê Pirûkselê paytexta Belcîkayê hejand, di encam de 34 kes hatin kuştin û zêdeyî 200 kesên din birîndarbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa Belçêkayê ragehand ku, di proseya lêgerîna li tometbarên teqîna Pirokselê karîn 6 kesan guman li ser wan heye bigrin.

Asayîşê da zanîn ku heta niha du ji wan kesên beşdar di kiryara teqînên Belcîkayê de serbestin û hê nehatine girtin, ji aliyêke din ve Asayîşa Belcîka nasnameya wan her 6 kesên girtî eşkere nekir.

Di sêşema borî sê teqînan bajarê Pirûkselê paytexta Belcîkayê hejand,  di encam de 34 kes hatin kuştin û zêdeyî 200 kesên din birîndarbûn.