Bi armanca perwerdekirina pêşmerge Çîk 10 pizîşkan rêdike Kurdistanê

Welatê Çîkê yek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî bi Serokatiya Amerîkayê li dijî DAIŞê ye

K24-Hewlêr

Welatê Çîk ragehand ku, ew dê 10 pizîşkan bi armanca karkirin ligel pêşmerge dê bişîne herêma Kurdistanê.

Li gor zanyariyên Himûmeta Çîkê ragehandî ku, li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê 10 pizîşkan xwedî ezmûn bi armanca perwerdekirina pêşmergeyan û kakirin diwarê pizîşkî de rêdike Herêma Kurdistanê.

Li gor zaniyariyên giheştine K24ê ew pizîşkên Çîkî dê meşiq û perwerdê bi pizîşkên Kurd bike daku bizain di ware hewarçûnê de ji aliyê pizîşkî de çibikin, herwiha alîkariya pêşmegeyên birîndar bikin.

Welatê Çîkê yek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî bi Serokatiya Amerîkayê li dijî DAIŞê ye.