NY: Bo Herêma Kurdistanê alîkariyên zêdetir

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 milyon penaber hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêveberê Operasyonên Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Karûbarên Mirovî (OCHA) John Genge ragehand ku,  divê bêhtir alîkariya Herêma Kurdsitanê were kirin û dibêje ku,ew herêm xwedî çavkaniyên aborî û sînordarin

Derbarê vê mijarê Rêveberê Operasyonên Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Karûbarên Mirovî (OCHA) John Genge piştî ji Iraqê vegeriya Brîtanyayê di konkreyekî rojnamevanî de wiha got: ‘Piştî ku xelk ji Iraqê penaberbûn, Herêma Kurdistanê bêhtir ji milyonek penaberî li xwe girtiye.'

Derbarê rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê de jî wiha got: ‘Herêma Kurdistanê hejmarek mezin ji penaberan li xwe digire, di demekê de ku ew xwedî çavkaniyên aborî û sînordarin, lewma pêwîste ku Civata Navdewletî bêhtir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.'

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 milyon penaber hene.