Wêneya gumanlêkirîyê teqîna Biroksilê hat belavkirin.
K24- Hewlêr:
Yekem wêneya gumanlêkirîyê encamderê teqînên firokexaneya Biroksilê û wêstgeha Mîtroya Biroksila paytexta Belcîkayê hat belavkirin û li gor zanîyarîyan ew gumanlêkirîyê revîyayî hevwelatîyekê Soryayê ye.
Gumanlêkirîyê revîyayî, nave wî Neîm Elhamid e û hevwelatîyekê Suryayî ye û berê danîşvanê parêzgeha Hemayê bûye.
Şirovekarê bîyava tîrorê, Bol Kiroşank bi tora CNN ragehand: Ev wênye li roja teqîna Biroksilê di navbera dezgehên asayîşî yên Ewrûpayê hat belavkirin û jêderkê asayîşî ya Firansayê ku agaddarê vekolînane, bi me re gotîye, nave wî Neîm e û guman dihê kirin destê wî di wan hêrişan de hebe.
Bol Kiroşank got jî: heya niha xuya nîye, erê Elhamid gumalêkirîyê sêyeme li hêrişa firokexane ya Biroksilê yan jî hêrişên wêstgeha mîtroya Biroksilê.
Ev di demekê de ye li 22/3/2016 sê xwekujan firokexane û wêstgeha mîtroya bajarê Biroksil a paytexta Belcîkayê kirin armanc û bûne egera kuştina 31 kesan û birîndarbûna 300 kesên din.