Firanswa Oland: Ewrûpa li jêr gefan daye.

Firanswa Oland, serokê Firansyê ragehand: Me gumanlêkirîyên serekîyên herdû hêrişîn Biroksil Û Parîsê girtin, lê kesên din mane ku gefin bo ser Ewrûpayê.

K24- Hewlêr:

Firanswa Oland, serokê Firansyê ragehand: Me gumanlêkirîyên serekîyên herdû hêrişîn Biroksil Û Parîsê girtin, lê kesên din mane ku gefin bo ser Ewrûpayê.

Firanswa Oland, serokê Emerîkayê ragehand jî:  Em şîyane piranî ya gumanlêkirîyên hêrişa Belcîkayê û Firansayê bigirîn, lê li gel ewê yekê jî kesên din mane ku gefin bo ser Ewrûpayê.

Firnswa Oland ev axivtinên xwe ragehand li dema pêşwazîyê li Şîmûn Pêrîs serokê berê yê Îsrayîlê.

Li 13 Çirîya Dûyê/2016 çend teqîn û hêriş li Parîs a Pytext a Firansayê hatin encamdan ku bû egera kuştina 130 kesan û birîndarbûna 300 kesên din, dşv re jî Daişê berpirsînîya xwe nîşanda ji encamdana wan hêriş û teqînan, hevdem Firansayê rewşa neasayî li seranserî welatî ragehand.

Li 22/ Adara evê mehê jî, sê teqîn li Biroksil a paytexta Belcîkayê jî hatin encamdan û bû egera kuştina 30 kesan û birîndarbûna 300 kesan, piştî teqînê jî çend gumanlêkirî hatin girtin û hevdem Daişê berpirswînî ya xwe ji wan teqînan ragehand.