DAIŞ gundekî Kobanê topbaran kir: 4 kes bûne qurban

Guhdê Qubê dikeve başur rojavayê Kobanê û bi 35 kîlometreyan ji wî bajarî dûre

K24-Navenda Nûçeyan

Li gundê Qubê ser bi bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di encama ketina du rûkêtan ji aliyê DAIŞê ve du kesan canê xwe ji dest dan û 2yê din jî birîndarbûn.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Kobanê ragehand ku, duh êvarî çekdarên DAIŞê du rûkêt ku çêkirina wan navxweyîbûn avêtin gundê Qubê ser bi bajarê Kobanê, di encam de welatiya bi navê Hedla Mehmûd û keça wê Hela Hisên canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, her yek ji binavê Xedîça Hisên û Nûrî Elewî di encama ketina wan rûkêtan de birîndarbûn.aşkere kir ku, termê Hedya û keça wê her wiha kesên ku birîndarbûne hatin veguheztin bu nexweşxaneya Emel abajarê Kobanê.

Guhdê Qubê dikeve başur rojavayê Kobanê û bi 35 kîlometreyan ji wî bajarî dûre.