Di parêzbendiyan de sûrprîz

Li Tirkiyê, di mijara rakirina parêzbendiyan de, partiyên siyasî nagihêjin rêkeftinekê. AKPê pêşniyaza sererastkirineke giştî ya derbarê hemû fezlekeyan de kir. CHP jî rakirina parêzbendiya wezîran jî wekî merc datîne pêşiya AKPê. Herî dawî ji MHPê daxuyaniyeke sûrprîz hat ku ewê di hefteya pêş de pêngaveke nû biavêjin.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê, di mijara rakirina parêzbendiyan de, partiyên siyasî nagihêjin rêkeftinekê. AKPê pêşniyaza sererastkirineke giştî ya derbarê hemû fezlekeyan de kir. CHP jî rakirina parêzbendiya wezîran jî wekî merc datîne pêşiya AKPê. Herî dawî ji MHPê daxuyaniyeke sûrprîz hat ku ewê di hefteya pêş de pêngaveke nû biavêjin.

Li Tirkiyê gotûbêjên derbarê parêzbendiyan yên di navbera partiyên siyasî de berdewam e. Hat zanîn ku AKPê li ser pêşniyaza CHPê ya bo wan, pêşniyaza xwe ya nû bo wan ragihandiye. Li gorî wê yekê AKPê pêşniyaza sererastkirineke nû dike, ku hemû fezlekeyan têkîldar dike. Lê belê CHPê ev pêşniyaza AKPê wekî gaveke taktîkî dibîne û dixwaze bo wezîran jî parêzgerî bêne rakirin.

Parlamenterê CHPê yê Antalya Prof. Dr. Mustafa Akaydin di wê derbarê de ji K24ê re axivî û got: "Xala herî girîng parêzbendiya wezîran e. Çima tê xwestin ku Wezîrên niha û yên berê xwedî parêzbendî bin. Li gorî me, bi tenê rakirina parêzbendiya parlamenteran ne bese. Ev yek ji bo me gelekî girîng e. Di vê mijarê de, AKP di metirsiyeke mezin de ye”

MHPê îro daxuyaniyeke nû ragihand, ku di daxuyaniya xwe de dixwaze pêşî parêzbendiyên wan parlamenteran bêne rakirin, ku bi piştgirîdayîna bo terorê tên tawanbarkirin. MHP dibêje him AKP û him jî CHP mijara parêzbendiyan berovajî dike û her du partiyan li ser parastina wan kesan lihevkirine, ku fezlekeyên derbarê terorê de ne.

Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural dibêje: “Pêşniyazên wan, rê û rêbazên wan cihê ye lê belê li ser xetekê gihaştine hev. Wan li ser fişara me ya bo fezlekeyên derbarê terorê de demildest bêne gotûbêjkirin, pêngavên nû avêtin. Dê pêngavên me jî hebin”

Li parlamentoyê niha 507 fezleke hene. Hemû dosyayên gihaştine parlamentoyê bo radestî komisyonan têne kirin. Piştî guhertina destûrî 15 rojan, dê hemû dosya bo darazê bêne şandin.