Bo rewşa siyasî û ewlehiyê Mc Gurk gihêşte Hewlêrê

K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de gihêşt Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê.
Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de Brett McGurk li ser hestabê xwe yê Tweterê belav kir û ragihand, ji bo şîretên siyasî û ewlehiyê, biryar e bi serkirdeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li Hewlêrê bicive.
McGurk di beşeke din de nivîsandiye, piştî civîna bi serkirdeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, dê serdana Baxdayê jî bike.