Li taxa Şêx Meqsûd 9 kes hatin kuştin

Taxa Şêx Meqsûd ji Adara borî ve, ji aliyê wan grûpên nav borî ve tê toparankirin û piraniya nişteciyên wê Kurdin.

K24-Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî grûpên radîkal bi dijwarî taxa Kurdan a Şêx Meqsûd li Parzêgeha Helebê, bi berdewamî topbaran kirin, di encam de, 9 welatiyên sivîl şehîdbûn û 24ê din birîndarbûn, herwiha bi dehan welatî dibin rûxandina avahiyan de asê mane.

Li gor çalakvanên sivîl li bajarê Helebê şeva borî Taxa Şêx Meqsûd ku, nişteciyên wê hemû Kurdin ji aliyê grûpa Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam ve tê topbarankirin, di encama wê topbaranê de 9 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan û şehîdbûn, herwiha 24ê din jî birîndarbûn.

Li gor zanyariyên çalakvanan bi dehan welatî di bin rûxandin û wêrankirina avahiyên wê taxê de kuştî û birîndar mane.

Taxa Şêx Meqsûd ji Adara borî ve, ji aliyê wan grûpên nav borî ve tê toparankirin û piraniya nişteciyên wê Kurdin.