proseya aştiyê çareke din kete rojeva Tirkiyê

Ji aliyê her du partiyên mezin yên opozîsyon ve desthilatdariya siyasî wekî sedema şer û pevçûnên li Welêt hate nîşadnan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/70389998-22a9-4d69-8539-3f885c1e195a/DaxuyaniyenDavutogluUErdoganHateRexnekirin.ism/manifest

K24-Enqerê

Li Tirkiyê prosesa çareseriyê çareke din rojeva Tirkiyê germ kir. Daxuyaniyên Serokwezîr Davutoglu û Serokkomar Erdogan ên dijberî hev ji aliyê muxalefetê ve hate rexnekirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bi daxuyaniyekê ragihand ku, ew dikarin careke din dest bi gotûbêjkirina bikin ku, pirsa kurdi ya li Tirkiyê çareser bikin.

Piştî vê daxuyaniyê destpêkirina prosesê ji nûve kete rojeva Tirkiyê. Lê di demê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li hemberî daxuyaniya Davutoglu nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir ku "êdî gotubêjkirina prosesê ne mimkûn e. Ev nakokiyên di navbera hikûmet û serokkomar de li parlamena Tirkiyê jî deng veda. CHPê, AKP wekî berpirsê teror û tundîtujiya li Tirkiyê nîşan da û got bi navê prosesê Tirkiye veguheriye saziyeke ne yaseyî.

Derbarê vê mijarê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha ji K24ê re got:"Ne xuyaye ku kî çi dike. Yek radibe û dibêje "ji bo proses jinûve dest pê bike em ê li ser maseyê rûnin" yê din radibe û dibêje; " Qet em li ser maseyê rûnanin" û piştî vê yekê yê dibêje em ê dest bi gotûbêjan bikin ji gotina xwe vedigere û dibêje; "Temam em li ser masê rûnanin." Wekî serokwezîrê henekan e. Serê gel tevlîhev bû."

Daxuyaniyên serokkomar û serokwezîr di komcivîna HDPê de jî bû cihê nerazîbûnê. HDPê dîlgirtina 49 welatiyên Tirk yên konsolxaneya Mûsilê bibîrxist û li ser wê meselyê Serokkomar Erdogan rexne kir.

Derbarê vê yejê jî Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş ji K24ê re wiha axifî:"Dibêjin bi terorîstan gotûbêjkirin nabe. We li Mûsilê ev yek kirin. Tew we bi yên herî hov re kirin ev hevdîtin, we bi DAIŞa hov û tecawizkar li ser konsolxaneya Mûsilê gotûbêj kir. Serokkomar bixwe ve yek anî ziman."

Ji aliyê her du partiyên mezin yên opozîsyon ve desthilatdariya siyasî wekî sedema şer û pevçûnên li Welêt hate nîşadnan. Li aliyê din hikûmet hate sucdarkirin ku ew berpirsiyarê mirin û hêstirên dayikan in. Herwiha CHP Û HDPê helwesta pişgirîkirina MHPê ya bo hikûmetê jî bi zimanekî tund rexne kir.