Bîrek a petrolê li Kerkûkê teqî
K24- Kerkûk:
Bîr a petrolê ya hijmar 6 li kêlgeh a petrol a Xebaze li parêzgeh a Kerkûkê teqî.
Nûçegihanê Kurdistan24 li bajarê Kerkûkê ragehand: Duhî şevê bîrek a petrol teqî û agir berbûyê.
Jêderekî ji polîs ê Kekûkê ev nûçe piştrast kir.
Li ser egera bûyer a teqîn a ewê bîr a petrolê, heya niha hîç zanyarîyek li ber dest nîne.
Kompanya ya Petrol a Bakûr û alîyên fermî li sinûr ê parêzgeh a Kerkûkê heya niha zanyarî yên zêdetir nehatîye zanîn