Şerr ragehandin a dû alî yên Dîmukratî ya Kurdistanê kûr dibe.

Danûstandin bo yek vegirtin a herdû hizb ên Dîmûkratî ya Kurdistanê sari kevtîye têde û şerr ê ragehandinê di navber a evan dû hizban kûr bûye.

K24- Hewlêr:

Danûstandin bo yek vegirtin a herdû hizb ên Dîmûkratî ya Kurdistanê sari kevtîye têde û şerr ê ragehandinê di navber a evan dû hizban kûr bûye.

Mistef Hicrî, sikritêr ê  giştî yê Hizb a Dîmukratî ya Kurdistan a Îranê di peyam a Newroz a ev sal de ragehand: Pêşmergeyan dişînin rojhilat a Kurdistanê û daxwaz ji xortan kir pewest ên rêz a Pêşmerge yên Ewê hizbê bibin.

Di beranber de Xalid Ezîzî, sikirtêr ê Giştî yê Hizb a Dîmukratî ya Kurdistanê, got: di rewş a niha de Pêşmerge ya hemû hizb ên rojhilat a Kurdistanê nekarin gundekê azad bikin û eger bikarin rizgar jî bikn nekarin biparêzin.

Axivtin ên Xalid Ezîzî, karevdan Hizb a Dîmukratî ya Kurdistan a Îranê bi dûv xwe re hîna.

Komisyûn a ragehandin a evê hizbê di ragehandinekê de got: Ew axivtin mebest jê bê behakirin a peyam a Mistefa Hicrî ye û dilsarkirin a xelk ê Rojhilat a Kurdistanê ye ji xebatê.

Dû rojan piştî evê ragehandinê, komisyûn a Hizb a Dîmukratî ya Kurdistanê di ragehandinekê de bersiv a Hizb a Dîmûkratî ya Kurdistan a Îranê da û ev hizb bi şêwandin a axivtin ên Xalid Ezîzî tuhmetbar kir.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/059aede5-2efe-45fa-acac-3233957b9bb8/HDK%20U%20HDKI.ism/manifest